Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 kesên din bi Coronayê mirin û 201 kes jî pê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 kesên din bi vîrûsa Coronayê mirin û 201 kes jî pê ketin.

Belavbûna Vîrûsa Corona li herêmê û xeteriya wê êdî ji asayîbûnê derketiye.

Roj bi rojê hejmareke mezin a pêketiyên vîrûsê tê ragihadin û mirina kesan jî zêde bûye.

Her çiqasî bangên xwe-parastinê li şêniyan tên kirin, lê şênî bi cidî nêzî rewşê nabin…

Herî dawî îro jî Desteya Tenduristiyê ya herêmê ragihand ku 6 kes ji ber vîrûsê mirin û 201 kesên din jî bi vîrûsê ketin.

Li gel van pêketiyan 13 nexweş jî, ji vîrûsê baş bûne.

Heta niha li herêmê 12 hezar û 437 kes bi Coronayê ketine, ji wan 428 kes mirine û hezar û 378 jî rehet bûne.

Back to top button