Hêzên Iraqê 5 çete kuştin 6 jî girtin

Li parêzgeha Diyalayê, 5 çeteyên DAIŞ’ê bi operasyoneke artêşa Iraqî hatin kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqî diyar kir duh hêzên Iraqî li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li derdora deryaçeya Hemrînê, operasyonek pêk anî û 5 çete hatin kuştin.

Her wiha gelek çek hatin desteserkirin û 7 tunelên çeteyan ku kelûpelên wan tê de bûn, hatin teqandin.

Berdevkê Artêşa Iraqê ragihand ku hêzên wan li Enbar, Bexda û Mexmûrê jî operasyon pêk anîn û 4 çete li rojavayê Enbar, çeteyek li Bexdayê û yek jî li Mexmûrê girtin.

Back to top button