Li Ezaz û Dêra Zorê sivîlek hat kuştin û 5 birîndar bûn

Li gundewarên Heleb û Dêra Zorê, di encama teqîna bombeyekê ji paşmahiyên şer, sivîlek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li Kampa El-Îman a li bajarê Ezazê, li bombeyeke bermahiyên şer hat teqandin û tê de, sivîlek hat kuştin û 2 jî birîndar bû.

Heman çavkaniyê da zanîn ku duh li bexçeyê EL-Nesara yê li bajarê Dêra Zorê jî, ji ber bûyereke bi heman rengî, 3 zarok bi giranî birîndar bûn.

Li gorî bîlançoyên Çavdêriya Sûrî, ji Çileya sala 2019 û heta niha, jimara kesên ku ji ber paşmahiyên şer jiyana xwe ji dest daye, bûye 507 kes.

Back to top button