Ji destpêka meha Nîsanê ve, Hêzên Sûriya Demokratîk li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 3 operasyon pêk anîn û 3 çete ketin destê wan.
Navenda Ragihandina QSD’ê îro û bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên wan tevî Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 3 operasyonên hevbeş kirin.
QSD got:
“Di 8’ê Nîsanê de li bajarokê Mergede yê girêdayî Hesekê çeteyek hat girtin.
10’ê heman mehê, serçeteyek li Zêban ê Dêra Zorê hat girtin.
11’ê Nîsanê jî li Til Birak a girêdayî Qamişlo çeteyek ket destê hêzên me.”