Talîban: Em beşdarî civîna aştiyê ya li Stenbolê nabin

Tevgera Talîbanî ragihand, ew ê beşdarî danûstandinên aştiyê yên li Stenbolê nebin. 

Berdevikê Talîbanê diyar kir, ew ê beşdarî civîna 16’ê Nîsanê nebin û da zanîn ku wan ji bo vê biryarê jî Tirkiye agahdar kiriye.

Ev civîna bo aştiya Efxanistanê, wê bi piştgiriya Qatar û Neteweyên Yekbûyî (NY) li dar ketibaya.

Li gorî Ajansa nûçeyan ya Reutersê, dibe ev civîm di rojên dawî yên Nîsanê de were lidarxistin.

Back to top button