Piştî 50 salên têkoşînê, têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm koça dawî kir

Kesayetê welatparêz û endamê Meclisa Rêveber a PYD’ê a şaxê Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm di encama krîzê de bi temenê 75 saliyê jiyana xwe ji dest da.
Her weha yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Henan Şêxo jî 11’ê Mehê di encama nexweşiya Koronayê de jiyana xwe ji dest da. ‎

Kesayetê welatparêz Şemsedîn Mele Îbrahîm sala 1980’î tevgera rizgariyê ya Kurdistanê nas kir û sala 1989’an li Akademiya Şehîd Masûm Korkmaz perwerde dît.

Mele Îbrahîm gelek caran bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û li gel wî gelek perwerde dît.

Mele Îbrahîm piştî wê li herêmên Rojava xebatê siyasî û civakî meşand.

Şemsedîn Mele Îbrahîm ji ber têkoşîna xwe ya zêdetirî 50 salan di dilê xelkê herêmê de cihekî girîng girtibû.

Piştî damezirandina PYD, Mele Îbrahîm tevli partiyê dibe û di kongreya 8’emîn a partiyê de, wekî endamê Meclisa Rêveber a PYD’ê şaxê Hesekê tê hilbijartin.

25’ê Adarê, rewşa tenduristî ya Şemsedîn Mele Îbrahîm giran dibe û li Nexweşxaneya Gel a Hesekê tevî hemû hewldanan jî, îro berbangê jiyana xwe ji dest da.

Piştî 30 sal ji têkoşînê Henan Şêxo koça dawî kir

Li aliyê din 11’ê mehê kesayetê welatparêz ê Kurd û ji yek damezrînerên Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê Henan Şêxo (46) di encama nexweşiya vîrusa Koronayê de jiyana xwe ji dest da. ‎

Henan Şêxo di nav malbateke welatparêz de ku bi ‎fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye mezin bûye.

Erka rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan li taxa Şêxmeqsûdê ji 2011’an heta dawiya 2014’an wergirt.

Piştî wê Henan Şêxo berê xwe da Efrînê û bû yek damezrînerên Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê.

Henan Şêxo wek tevahî şêniyên Efrînê, piştî koçberiyê li Şehbayê karê xwe di Meclisa Malbatên Şehîdan de berdewam kir.

Malbatên Şehîdan: Henan Şêxo mînak û sembola welatparêziyê bû

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh têkildarî wefata kesayeta welatparêz Henan Şêxo, peyamek sersaxiyê weşand û got:

Henan Şêxo ji dema tevgerê nas dike û heya kêliya dawiyê di nava kar û xebatên şoreşê de cih girt.

Back to top button