Li herêma Donbas leşkerek din yê Ukrayna hate kuştin

Li herêma Donbas ya Ukrayna leşkerek din yê Kievê hate kuştin û alî li pêşberî hev rawestiyane.
Jimara hêzên Rûsî yên ji bo sînorê Ukrayna hatine şandin jî nêzî 100 hezarî bûye.

Atmosfera lidarketina şerekî mezin yê navbera Kiev-Moskovayê ji her demê zêdetir bûye.

Fermandariya Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Donbas ya cihêxwazên Rûsî xistine bin kontrola xwe, şer derket.

Di encamê de leşkerek din yê welat mir.

Ji despêka 2021’an ve bi giştî 27 leşkerên Ukrayna di encama şerê li sînorê herêma Donbasê de mirin.

Ukrayna: Zelenskiy xwest bi Pûtîn re bicive

Di vê navberê de, Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy daxwaza hevdîtinekê li gel hempîşeyê xwe yê Rûsî Viladimir Pûtîn kir.

Şêwirmenda Serokdewletê Ukrayna Yuliya Mendel diyar kir ku Moskova bersiva daxwaza wan ne daye.

Ukrayna: 80 hezar leşkerên Rûsya li ber sînorin

Yuliya Mendel dazanîn ku li rojhilatê Ukrayna 40 û li sînorê Kirim jî 40 hezar leşkerên Rûsya hatine bicihkirin.

Li Ukrayana 2014’an li dijî Serokdewlet Viktor Yanukovîç li seranserî welat xwepêşandanan despêkiribû û şoreş pêk hatibû.

Yanukovîç di nîva şevê de bi helîkopterekê reviyabû Rûsya.

Rûsya ya ku ji derketina tevlîheviya li welat fersend dît, herêma rojhilatê Ukrayna û Kirim dagir kir.

Back to top button