Moskova 15 keştiyên xwe şand Derya Reş

Belê tevî şerê li ser erdê, li nava deryayê jî tevgerek zêde heye.
Li pêşberî 2 keştiyên Amerîka ku ji bo Derya Reş hatîn şandin, Rûsya 15 keştî şand herêmê.

Li gorî nûçeya ku ji aliyê Herêma Leşkerî ya Başûrê Rûsyayê ve hatî weşandin, 15 keştiyên şer yên li Derya Hezarê bo Derya Reş hatin şandin.

Ev yek bi armanca çavdêrîkirina keştiyên Rûsya yên li herêmê pêk hatiye.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû 6’ê Nîsanê ragihand ku, hêzên lêşkerî yên Rûsya ji bo amadekariyên şer dest bi çalakiyên lêgerînê kirine.

Her wiha wê li gelek deverên cûda yên welat çalakiyê tektîkî pêk bînin.

Di çerçoveya vê pîlana perwerdê de, hat eşkerekirin ku wê di meha Nîsanê de wê tetbîqatek mezin ya leşkerî li herêmê pêk bînin.

Rûsya ji bo Amaerîka: Bo selametiya we keştiyên xwe ji kirimê dur bihêlin

Her wiha têkildarî keştiyên ku ji aliyê Amerîka ve ji bo Derya Reş hatine şandin jî Moskova bihêrse.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Ryabkov got,

Tiştek yê DYA li peravên me tineye.

Ev hewildanek ya povakatife.

Dixwazin hêza me biceribênin û bi demarên sinirê me dileyîzin.

Ryabkov bi awayekî eşkere gef li Waşîngtonê xwar û got, ji bo selametiya we keştiyên xwe ji Kirimê dur bihêlin.

Back to top button