Li Brukselê tevgera li dijî Rûsya

Tevgera li rojhilatê Ukrayna ji aliyê hêzên navnetewî ve ji nêz ve tê şopandin.
Li navenda NATO ya Brukselê jî rojeva sereke tevgera Moskova ya li dijî Kievê ye.
Welatên G7 ji ber vê yekê jî Rûsya hişyar dikin.
Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov jî Tirkiye ji ber firotina SIHA yan ji Ukraynayê re wê hişyar dike.

Di demekê ku li rojhilatê Ukrayna atmosfera şer germ bûye de, wê ji Kîev û DYA serdanên di asta jor de bo NATO pêk werin.

Despêkê Wezîrê Karê Derve yê Ukrayna Dmitro Kuleba , wê li Brukselê bi Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg re civiya.

Rojeva sereke ya Kuleba û Stoltenberg wê tevgera leşkerî ya Rûsya bû.

Piştî civînê aliyan daxuyaniyek çapemeniyê dan û aliyan xwest ku demil dest Rûsya tevgera xwe ya leşkerî rawestîne.

Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin û Wezîrê Karê Derve yê DYA Anthony Blinken jî sibe serdana NATO bikin.

Wezîrên DYA wê li gel Stoltenberg bicivin.

Austin piştî serdana xwe ya li Îsraîl wê li Almanya jî hevdîtinan pêk bîne.

Di rojeva Blinken ya li Brukselê de, aloziya navbera Rûsya-Ukrayna, Îran û Talîban heye.

Heman bûyer di rojeva Yekîtiya Ewropa de ye.

Wezîrên Karê Derve yên YE wê 19’ê Nîsanê li ser rewşa heyî civîneke nefermî lidar bixin.

Berdevkê Komisyona YE Peter Stano di daxuyaniya çapemeniya rojane de diyar kir ku divê Rûsya li gorî Peymana Minsk tevger bike.

Welatên G7 Moskova li ser tevgerên li sînorê Ukrayna hişyar dikin

Wezîrên welatên G7 bi daxuyanîyeke hevbeş dîyar kirin ku tevgerên Rûsya yên li sînorê Ukrayna û li Kirim ya ”bi awayekî neqanûnî hatiye dagir kirin” fikaran çêdikin.

Wezîrên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) bang li Rûsya kirin ku ”provokasyon”ê biqedîne û li gor berpirsîyên navneteweyî girjîyê kêm bike.

Wezîran xwest ku Rûsya li gor berpirsîyên Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewrupa (OSCE) tevbigere.

Wezîrên dan zanîn ku ew piştgirîya serxwebûn û serwerîya Ukrayna dikin.

Lavrov Tirkiye ji firotina siha yan ji Ukraynayê re hişyar kir

Li dijî SIHA yên ku dewleta Tirk dişîne Ukraynayê rêveberiya Moskova acize.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di dema serdana xwe ya li Misirê de ev yek careke din anî ziman.

Lavrov di daxuyaniya bi hempîşeyê xwe yê Misirî Samîh Şukrî ku li Qahîrê dayî de got:

Tevî Tirkiye, welatên din jî di nav de em daxwaz dikin ku dest ji leşkerkirinê berdin.

Back to top button