Îsraîl: Em ê nehêlîn Îran bibe xwedî çeka nûkleerî

Di nava sêgoşeya Tahran, Waşîngton û Îsraîlê de careke din gefxwarinan despê kiriye.
Îran, Îsraîl ji êrîşa li dijî Navenda Nûkleeriya Natanz a Îranê berpirsyar tewambar dike.
Îsraîlê her çiqasî vê yekê red nake jî lê ragihand ku wê nehêlin Tahran bibe xwedî çeka nûkleerî û sedemê wê jî rêz kir.

Serdana Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin ya Îsraîlê, careke din aloziya navbera sêgoşeya, Tahran, Waşîngton û Îsraîlê de zêde kir.

Îsraîl di helwesta xwe ya li dijî Îranê de bi israre û Waşîngton dixwaze li peymana nûkleerî ya bi Tahranê re vegere.

Di dema serdana Lloyd Austin ya li Îsraîlê de rêveberên welat ev yek careke din bi awayekî eşkere anîn ziman.

Piştî hevdîtinên li rojavayê Qudis Lloyd Austin û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Binyamin Netanyahu careke din helwesta welatê xwe ya li hemberî Tahranê bi van gotinan anî ziman.

Ez ê rê nedim Îran ku çekên kîmawî ji bo tinekirina Îsraîliyan hilberîne.

Îsraîl li dijî Îran û terorîzmê wê heta dawî xwe biparêze.

Her çiqasî Netanyahu qet têkildarî êrişa li Navenda Nûkleerî ya Natanz ne axivî be jî lê gotinên kirî di asta li xwe mikurhatinê de bû.

Zarîf: Wê ev êrîş bandorê li ser danûstandinên li Viyana bike

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Zerîf ragihand ku “Pêwîst e Amarîka bizane ku êrîşa Natanz wê ziyanê bigihîne danûstendinên Viyana yên derbarê bernameya Atomî de tê lidarxisitn.”

Rûsya: Em ji êrîşa li dijî navenda Natanz a nûkleerî bifikarin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaharova jî li ser bûyerê daxuyaniyek weşand.

Mariya Zaharova anî ziman ku Moskova ji êrîşa li hember navenda nûkleerî ya Îranê bifikare.

Ev rewş fikaran zêde dike, ne tenê ji ber êrîşê lê ji ber ku pisporên Îranê di dem û bi awayekî profesyonelî karîne rê li ber gefek ya belavbûna radyasyonan bigre. Ger piştrast bû hinek li pişt van êrîşan heye, divê bi tundî werin şermezarkirin.

Êrîşa ku 11’ê Nîsanê li dijî Navenda Nûkleeriya Natanz ya Îranê pêk hatî bi carekê de bû yek ji rojeva sereke.

Serokê Saziya Enerjiya Atomê Elî Ekber Salihî êrîş bi terorî binav kiribû.

Çapemeniya Îsraîlê jî nûçeyên ku Mossad ev êrîş pêk aniye belav kiribûn.

Doh di saetên siharê de Serokatiya Îstixbareta Îranê ragihand ku bi gomana ku rola wê di êrîşê de heye kesek girtine.

Back to top button