Operasyona QSD’ê ya gendeliyê: Şebekeya 10 kesî hat girtin

QSD`ê operasyona ku di saziyên xwe de li dijî bertîl, sextekariya belgeyan, gendeliyê û hwd.. dabû destpêkirin, didomîne.
Di vê çarçoveyê de, 10 kes hatin girtin..

Hêzên QSD`ê operasyona ku di saziyên xwe de li dijî bertîl, sextekariya belgeyan, gendeliyê û hwd ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dabû destpêkirin, didomîne.

Di vê çarçoveyê de beriya niha li bajarên cuda di operasyonên ku hatin kirin de 10 kesên heman şebekeyê hatibûn binçavkirin.

Ev kes piştî lêpirsînê hatibûn dadgehkirin û hatin girtin.

Di nav saziyên QSD`ê de 10 kesên beşên cuda de kar bi sûcên gendelî, bertîl û derxistina belgeyên sexte hatibûn dadgehkirin û cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

Di dadgehkirinê de biryar hate girtin ku endamên şebekeyê pereyên ku dizîne vegerînin.

Operasyonên li dijî gendeliyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Back to top button