HDP: Komkujiya Enfalê yek ji mezintirîn trajediyên mirovahî û dîrokê ye

Îro savegera 35’emîn a komkujiya Enfalê ye. HDP’ê têkildarî komkujiya “Enfalê” ku rejîma Saddam Huseyîn li Başûrê Kurdistanê pêk anî û di encamê de herî kêm 182 hezar kes hatin kuştin, daxuyaniyek weşand.
HDP’ê qurbaniyên ‘Enfal’ê bi bîr anî û diyar kir ku komkujiya Enfalê yek ji mezintirîn trajediyên mirovahî û dîrokê ye.

35 sal li ser destpêkirina komkujiaya Enfalê a li başûrê Kurdistanê re derbas dibin.

Rêjîma Sedam a Baasî di navbera salên 1986-1989an de komkujiyeke mezin li dijî kurdên başûrî Kurdistanê pêk anî. Di vê komkujiya ku komkujiya Helebçe beşek jê bû, zêdetirî 180 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4 hezar 500 gund hatin xerabkirin û zêdetirî milyonekî kurd hatin koçberkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî komkujiya “Enfalê” daxuyaniyek weşand û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî.

HDP’ê destnîşan kir ku komkujiya Enfalê yek ji mezintirîn trajediyên mirovahî û dîrokê ye ku êşa wê heya roja îro nayê jibîrkirin.

HPD’ê diyar kir ev komkujî tevî ku Parlamenta Iraqê û Meclîsa Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê li parlamentên Îngilistan, Swêd û Norwêcê jî weke ‘Qirkirina Kurdan’ hatiye qebûlkiri lê belê hêzên navneteweyî û dewletên herêmî yên ku berpirsyarê vê komkujiyê ne, hîn jî hesabê vî sûcê mezin ê li dijî mirovahiyê nedane.

HDP’ê destnîşan kir ku hêzên navdewletî û herêmî xwestin bi rêya komkujiya Enfalê gelê Kurdan ji aliyê dîrok, çand û hebûnê ve qetil bikin û da zanîn ku hêzên ku xwezî li rejîma Saddam dikin, bi rêya komkujiyên li dijî Kurdan hewl didin bi polîtîkayên ‘xenîmetê’ û êrişên dagirkeriyê encamê werbigirin û zihniyeta Enfalê dewam bikin.

HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bibîrxist ku gelê Kurd ji her komkujiyan bi xurtî rizgar bû û niha jî bûye yek ji civakên azadîxwaz û polîtîk ên Rojhilata Navîn û wê ji îro û pê ve tu kes nikaribe azadiya gelê Kurd asteng bike.

Back to top button