Çavdêriya Sûrî: Rêjeya zarokan di nav hêzên çeteyên Tirkiyê de ji sedî 13 ye

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo pêkanîna ajendeyên xwe, gelê Sûrî yên xizan di nav de zarok jî bi kar tînin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çete zarokan dixapînin û tevlî nav hêzên xwe dikin.
Çavdêriyê diyar kir ku di nav her komek çeteyan de ji sedî 13 heya sedî 10 zarokan dihewînin.

Ji destpêka kirîza Sûriyê, zarokên Sûrî berdêla herî mezin ya vê şerî didin.

Her weha bûn qurbaniya siyaseta dewleta Tirk û çeteyên wê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku çeteyên Tirkiyê di nav hêzên xwe yên leşkerî de hejmarek mezin ji zarokên ku temenê wan di navbera 15 û 18 salî de dihewînin.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyan van zarokan li bargehên xwe yên leşkerî li herêmên di bin dagirkeriya Trikiyê tên perwerdekirin.

Li gorî Çavdêriyê, rêjeya zarokên ku di nav her komeke çeteyan de wiha ne:

Koma El-Hemzat sedî 13 ji hêzên xwe zarokan dihewîne.

Koma Sultan Murad sedî 12 ji hêzên xwe zarokan dihewîne.

Koma Ehrar El-Şerqiyê sedî 10 ji hêzên xwe zarokan dihewîne.

Komên Feyleq El-Şam û Sultan Silêman Şah sedî 4 ji hêzên xwe zarokan dihewîne.

Çavdêriyê xuya kir ku ji ber zarokê Sûrî di şert û mircên aborî û malbatî yên dijwar de jiyan dikin, komên çeteyan van zarokan dixapînin û tevlî nava hêzên xwe dikin .

Her weha ji bo pêkanîna ajendeyên dewleta Tirk, çeteyan van zarokan jî bi kar tînin.

Çavdêriyê ragihandibû ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe gelek zarok ji Efrînê û herêmên di bin serweriya Tirk tevlî şerê Lêbyayê kir.

Li gorî çavdêriyê, dewleta Tirk 150 zarok şadine şerê li Lîbiyayê, jê 16 zarok hatin Kuştin.

Yek ji van zarokên ku dewleta tirk ew xapandine û şandiye Lîbyayê Ebdo Şêxo yê 15 salî yê ji gundê Rûta ya navçeya Mabatayê ye.

Back to top button