Rêveberiya Xweser, KCK, KNK û TAJÊ bi daxuyaniyên cuda Çarşema Sor li civaka Êzidî pîroz kirin

Rêveberiya Xweser, KCK, KNK û TAJÊ bi daxuyaniyên cuda Çarşema Sor li civaka Êzidî pîroz kirin.
Hat diyar kirin ku civaka Êzidî îsal cejna xwe di nava berxwedanê de pîroz dike û bang li gelê Kurd hat kirin ku xwedî li berxwedana Êzidiyan derkeve.

Sibe Çarşema Sor ango Çarşema Serê Nîsanê ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê ev cejin li civaka Êzidî pîroz kir.

Rêveberiyê bang li kesên ku cejnê pîroz bikin kir ku tedbîrên xwe ji parastina ji vîrûsa Coronayê bigirin.

Rêveberiya Xweser her wiha roja çarşemê li hemû navend û saziyên xwe betlaneya fermî ragihand.

TAJÊ: Xwedî li çand û baweriya xwe derkevin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi peyamekê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir.

TAJÊ bang li civaka Êzidî kir ku li her devera lê ne çand, bawerî û cewhera xwe ya Êzidiyatî biparêzin.

Her wiha li dijî her cûre êrişan hişyar bin, yekîtiya xwe ava bikin.

KCK’ê cejn li civaka Êzidî pîroz kir

Bi heman armancê KCK’ê jî daxuyaniyek da, cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir û got,

Civaka me ya Êzidî îsal cejna Çarşema Sor di nava berxwedanê pîroz dike.

Bi vê boneyê em berxwedanê civaka Êzidî ku navenda wê Şengal e pîroz dikin, serketinê ji wan re dixwazin.

KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku xwedî li Êzidiyan derkevin û asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

KNK: Hêviya me ew e ku cejn bibe bingehê aştiyek mayînde

KNK’ê jî Çarşema Sor li civaka Kurd a Êzidî û li tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir û got,

“Hêviya me ew e ku cejn bibe bingehê aştiyek mayînde.”

Back to top button