Li gundewarên Idlibê, li ser destê çeteyên dewleta Tirk, jimarek leşkerên hikumeta Şamê hat kuştin û birîndarkirin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku çeteyên dewleta Trik erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumetê bi mûşekekê kir armanc.
Li gorî Çavdêriyê, ev erebe li eniyên gundê El-Melaca yê gundewarên Idlibê hat armanckirin û di encama wê de, jimarek leşkerên Şamê hat kuştin û birîndarkirin.
Heman çavkaniyê her wiha ragihand ku herdu aliyên navborî li eniyên Sehil El-Xab ya Hema û Cebel -EL-Zawiyê ya Idlibê êrîşî hev kirin.