Komîteya Tenduristiya Hesekê hişyarî da: Divê “WHO” destekê bide

Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî hişyarî da, eger Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) destekê nede herêmê, dibe rewş kambaxtir bibe.

Sîham Mele Elî, sedema vê rewşa kambax her wiha li nepabendiya şêniyan jî vegerand; ku tedbîrên pêwsît nagirin, her wiha biryarên qedexeyê tam bi cih nayînin.

Sîham Mele Elî da zanîn ku her 3 rojan, derdora 150 kesên ku temenê wan di navbera 20-30 de ye, nexweş dikevin.

Li ser vê jî, Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê banga alîkariyê li Rêxistina Tenduristiya Cîhanê kir.

Back to top button