Çarenûsa rojnameger Qeherman Şukrî ev 78 roj in nayê zanîn

Çarenûsa rojnameger Qehreman Şukrî ku ev 78 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye binçavkirin, nayê zanîn. 

27’ê Çileya 2021’an, hêzeke çekdar bi ser mala Rojnameger Qehreman Şukrî li Komelgeha Sîrê ya Dihokê de girt û ew binçav kirin.

Ev 78 roj in ku Qehreman Şukrî ji aliyê PDK’ê ve binçavkirî ye û heta niha ne ceze û ne jî sedema binçavkirina wî nehatine diyarkirin.

Malbata Şukrî gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye, lê ne agahî ne jî cihê girtina wî, tên dayîn.

Jixwe, rojnameger Şukrî ev cara sêyemîn e ku ji aliyê PDK’ê ve tê binçavkirin û di 2020’an de, piştî binçavkirina wî bi 98 rojan û bi dayîna kefaleta 10 milyonî, hatibû berdan.

Back to top button