Li çiyayên Hemrînê stargehek tevî çeteyên tê de hat armanckirin

Li rêzeçiyayên Hemrînê operasyonên artêşa Iraqî bê navber tên kirin û vê dawiyê, stargheke din a DAIŞ’ê hat rûxandin û çeteyên tê de hatin kuştin. 

Pergala asîmanî ya hêzên artêşa Iraqî duh li dijî stargehên çeteyên DAIŞ’ê yên li çiyayên Hemrînê li parêzgeha Selahdînê, 4 êrîşên asîmanî pêk anîn.

Şaneya Ragihanda Ewlehî ya Iraqî ragihand ku di van êrîşan de, stargheke DAIŞ’ê hat rûxandin û çeteyên tê de bûn, ku jimara wan nehate diyarkirin, bi giştî hatin kuştin.

Back to top button