Fewziye Ebdî: Rûsya û Amerîka li gorî peymana Soçiyê tev nagerin

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê Fewziya Ebdî diyar kir ku hêzên qaşo garantor tenê ji bo berjewendiyê xwe li herêmê ne û li gorî peymana Soçiyê tev nagerin.

Fewziye Ebdî destnîşan kir, Rûsya û Amerîka di navbera QSD û Tirkiye de sînor danîn, ev yek dihêle dewleta Tirk rojane êrîşî heremên weke Til Temir, Eyn Îsa, Til Rifet û Şehbayê bikin.

Fewziye her wiha hebûna bi-nav a hêzên Hikûmeta Şamê jî rexne kir; ku tevî wa ye Tirkiye 5 baregehên xwe li xeta Eyn Îsayê ava kirine, Şam deng ji xwe nayîne û vê axê weke axa xwe nabîne.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Firatê bang li gelên Baku r û Rojhilatê Sûrî kir ku ji bo parastina destkeftiyên xwe, hîn zêdetir li ber xwe bidin.

Back to top button