Biden biryara vekişîna hêzên xwe ji Efxanistanê da

Birêveberiya Joe Biden biryara vekişîna hemû hêzên xwe ji Efxanistanê da.

Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku serokê Amerîkayê Joe Biden wê hemû hêzên xwe bi hatina 11’ê Îlona 2021’an bi temamî ji Efxanistanê vekişîne.

Jixwe, di serdema Donald Trump de jî, Amerîka û Tevgera Talîbanî li hev kiribûn ku heta 1ê Gulana 2021ê, wê hêzên xwe ji wir bi paş de bikêşe.

Ev daxuyaniya Biden piştî daxuyaniya Tevgera Talîbanî hat, ku ew ê beşdarî danûstandinên aştiyê yên li Stenbolê nebin, heta ku hêzên biyanî ji welat dernekevin.

Back to top button