MAZLÛM EBDÎ: DIVÊ EM TEVLÎ PÊVEJOYA ÇARESERIYA SIYASÎ BIBIN

Fermandarê Giştî yê hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî pêvajoya piştî DAIŞ’ê ji Malpera EL-Monitor a Emerîkî re axivî.
Ebdî got:
Heta DAIŞ sedî sed tine bibe, divê koalîsyona navdewletî piştgiriya xwe bidomîne.
Divê em tevlî hevdîtinên ku Neteweyên Yekbûyî ji çareseriya aloziya Sûrî bi rêve dibe, bibin.

Fermandarê Giştî yê hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî pêvajoya piştî DAIŞ’ê ji Malpera EL-Monitor a Emerîkî re axivî.

Mazlum Ebdî li ser pêvajoya piştî DAIŞ’ê û têkîliya bi Koalîsyona Navdewletî re wiha got:

Heta DAIŞ sedî sed tine bibe, divê koalîsyona navdewletî piştgiriya xwe bidomîne.

Divê em tevlî hevdîtinên ku Neteweyên Yekbûyî ji bo çareseriya aloziya Sûrî bi rêve dibe, bibin.

FERMANDARÊ QSD’Ê MAZLÛM EBDÎ:
DIVÊ REJÎMA SÛRÎ RÊVEBERIYA ME DI ALIYÊ QANÛNÎ DE QEBÛL BIKE

Ebdî diyar kir ku ew bi hilbijartinên demokratîk re ne û parçeyek ji Sûriyê ne.

Divê rejîma Sûrî rêveberiya me ya xweser di aliyê destûrî û qanûnî de qebûl bike.

Ya duyemîn divê hêzên Sûriya demokratîk weke xwe bimîne û ewlekariya herêma Rojhilatê Firatê ji wan re bê hiştin.

Li ser vî bingehî em dikarin bi rejîmê re danûstendinan bikin.

FERMANDARÊ QSD’Ê MAZLÛM EBDÎ:
BÊYÎ ÇARESERIYA SIYASÎ NABE GUHERTINÊN LEŞKERÎ PÊK WERIN

Fermandarê QSD’ê li ser rola Rûsyayê jî ev tişt anî ziman.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Rûsya dikare zextê li rejîma Sûrî bike.

Lê belê Rûsyayê bi vekirina qada hewayî roleke negatîf li Efrînê lîst.

Em ji Rûsya û rejîma Sûrî re vê dibêjin, bêyî çareseriya siyasî nabe guhertinên leşkerî yên li ser erdê werin kirin.

FERMANDARÊ QSD’Ê MAZLÛM EBDÎ:
GER TIRKIYÊ MUDAXELE BIKE, WÊ LI SÛRIYÊ ŞERÊ MEZIN Ê DUYEMÎN RÛ BIDE

Mazlum Ebdî destnîşan kir ku êrîşek dewleta Tirk a li ser bakur û rojhilatê Sûrî wê rê li ber şerekî mezin a duyemîn li Sûriyê veke.

Eger Tirkiyê bifikire mudaxele bike, wê her kes mudaxele bike û şerekî mezin rûbide.

Tirkiyê naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike û vê yekê eşkere dibêje.

Em piştgiriyê didin hewildanên Emerîkayê ya danûstandina bi Tirkiyê re û vedîtina çareseriyeke dîplomatîk.

Fermandarê Giştî yê hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlum Ebdî li ser pirsa mayîn an derketina hêzên Emerîkayê ev nirxandin kir.

Beriya Emerîka were jî me bi hêza xwe ya xweser şer dikir.

Lê biryara Emerîkayê ya xwe-vekişandinê ne di cihê û zemanê xwe de bû.

Leave a Reply

Back to top button