Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik a di derbarê wê de biryara girtinê hatibû derxistin, hate girtin.
Rûniştina biryara doza di derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik
a bi hinceta ku sala 2012’yan Hevseroka Sendîkaya Tenduristî û Kedkara Ximeta Civakî (SES) a Şaxa Amedê bû, tevlîbûna çalakî û aktivîteyên sendîkayê û bûna delegeyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû vekirin îro pêk hat.
Heyeta dadgehê di derbarê Hulya Alokmen Ûyanik de bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ cezayê 7 sal û 6 meh lê hatibû birîn, bû 10 sal û 6 meh, der barê wê de biryara girtinê derxist.
Piştî biryara girtinê hate dayîn û şûnde Hulya Alokmen Ûyanik li navçeya Stewr a Mêrdînê dema serdana malbatê dikir, ji aliyê polîsan ve hate girtin.