KNK’ê civîna xwe bi awayekî online pê anî

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya KNK’ê ji ber vîrûsa Corona, civîna xwe ya 11’ê Nîsana 2021’ê bi awayekî online pêk anî.
Konseyê bi daxuyaniyekê encamnameya civînê eşkere kir.
KNK’ê derbarê Rojavayê Kurdistanê de destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser di hemî waran de bê xurtkirin û dîplomasiyeke xurt bê meşandin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna xwe ya ku 11’ê Nîsana 2021’ê bi awayekî online pêk hatibû, eşkere kir.

KNK’ê bal kişand li ser aloziya li Rojhilatê Navîn û Kurdistanê jî di nav de û pêwîstiya ku kurd li gorî vê yekê bi hesab tev-bigerin.

KNK: Tirkiyê dijmin û dagirkerên din dijî Kurdan bi rêxistin dike

KNK’ê behsa êrşên dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên dijî HDP”ê siysetmedaran û êrîşên wê yên li dijî gelê Kurd li Başûr û Rojava û tekez kir ku Dewleta Tirk dijmin û dagirkerên din li dijî gelê Kurd birêxistin dike û serkêşiyê ji wan re dike.

KNK’ê destnîşan kir ku li dijî êrîşan berxwedana gel û xebetkarên şoreşê dewam e û serkfetin û berxwedana Garê bi bîr xit û derketina bi milyonan ji gelê Kurd li qadên Newrozê weke serketina duyemîn bi nav kir.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rewşa rojhilatê Kurdistanê bi berfirehî hate nîqaşkirin û li ser encamên Konferansa Rojhilatê rawistiya û da zanîn ji bichanîna biryarên Konferansê, komîteyek hate erkdarkirin.

KNK: Divê Rêveberiya Xweser di hemû waran de bê xurtkirin

Têkildarî rojavayê Kurdistanê jî, KNK’ê destnîşan kir ku Divê Rêveberiya Xweser di hemî waran de bê xurtkirin û dîplomasiyek xurt bê meşandin û statuya herêmê bê fermîkirin.

KNK’ê li ser pirsgirêkên li başûrê Kurdistanê jî ev yek anî ziman û got: pirsgirêka petrol û budceyê, tevlî ku di van rojên dawî gavên erînî hatibin avêhtin jî, lê pirsgirêk bi temamî nehatiye çareserkirin.

Her wiha têkildarî êrîşên li ser gel û erebkirina deverê jî KNK’ê diyar kir ku ev pirsgirêk ne tenê bi hukumeta navendî re ye, lê girêdayî êrişên Tirkiyê û Îranê yên li ser Başûr ye.

KNK: Ji mafê Şingaliyane ku nûnerê xwe bi xwe destnîşan bikin

Di derbarê peymana ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate îmzekirin KNK’ê eşkere kir ku Şengalî ji peymanê nerazîne û bertekan li dijî wê didin û ji mafê Şengaliyane ku ew bi xwe nûnerên xwe destnîşan bikin,

KNK’ê ji bo binpêkirinên ku li başûrê Kurdistanê, di derbarê rojnemevan, rewşenbîr, mûxalîf pêk hatin wiha anî ziman hinek girtî ev demeke dirêje di greva birçîbûnê de ne.

KNK, du salan carekî endamên xwe yên Civata Giştî ji nû ve hildibêjêre û organên xwe jî nû dike.

Îsal sala hilbijartin û nûkirinê ye.

Back to top button