QSD: Di nav de serçeteyek, 2 DAIŞ’î li Holê hatin girtin

Bi operasyonekê, 2 çeteyên din ên şaneyeke DAIŞê ketin destê QSD.

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku yekîneyên wan ên taybet 2 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞê, ku yek ji wan serçete ye, li derdora bajarokê Holê yê Hesekê girtin.

Li herêma Ecîc a Dêra Zorê jî, QSD li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.

Duh Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku yekîneyên taybet di çarçoveya têkbirina bermahiyên DAIŞ’ê de, li herêma çemê Ecîc a bakur-rojhilatê Dêra Zorê oparasyonek pêk anî.

QSD’ê got ku operasyon, bi hevkariya digel Koalîsyona Navdewletî bû.

Lê heya niha encama vê operasyonê ji ragihandinê re nehatiye biparvekirin.

Hêzên QSD’ê li Hesekê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê girt

Di vê çarçoveyê de hêzên QSD û hêzên koalîsyona navdewletî operasyonek hevbeş li dijî şaneyek DAIŞ’ê bi rêxistin kir.

Di operasyonê de, yek ji serçeteyên DAIŞ’ê ku xwediyê hejmarek cebilxane û belgeyane hat girtin.

Ev şane di hindirê kampa Holê de, çete tevî çebilxane zêde dikirin û berpirsyatê pilanên li kampê bû.

Back to top button