Duh êvarê, nêzî Balafirgeha Naventeweyî ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê êrîşek pêk hat.
Wezareta Hundirîn a Başûrê Kurdistanê ragihand ku êrîş bi dronek bombebarkirî çêbû û navendeke Koalîsyona Navneteweyî hat armanckirin, lê tu windahiyên canî tune ne.
Her wiha hemwextî vê êrîşa Hewlêrê, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku baregeha wan a li Başîqayê bi 3 mûşekan hat armanckirin.
Li gorî wezareta Tirkî, di encama vê êrîşê de, leşkerekî wan hatiye kuştin û zarokek li gundê nêzî bareghê jî birîndar bûye.