Beha Hebo: Rojane 3-6 nexweş jiyana xwe ji dest didin

Pêla sêyemîn a vîrusa Coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berfirehî belav dibe. Gerînendeyê Navenda Jiyan a COVID-19 a li Qamişloyê Beha Hebo da xuyakirin ku rojane rêjeya miriyan zêdetir dibe.

Beha Hebo destnîşan kir ku rojane di navbera 3-6 kesan jiyana xwe ji dest didin.

Hebo got ku niha li navendê 38 nexweş hene û ji wan, rewşa 3’yan nebaş e.

Gerînendeyê Navenda Jiyan da zanîn ku, tiştê dihêle pêketî jiyana xwe ji dest bidin, kêmbûna rêjeya Oksejîna di xwînê de ye ku di encamê de felc dibin û dimirin.

Gerînendeyê Navenda Jiyan a COVID-19 Behaa Hebo bang li Rêxistina Tenduristiya Cîhanî “WHO” kir ku derziyan bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî peyda bike, da ku bobelateke mirovî rû nede.

Back to top button