Li bejahiya Meyadînê 2 çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve hatin armanckirin

Li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê, 2 çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin aramanckirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku tevî pêngavên paqijiyê yên hêzên hikumeta Şamê li Çolistana Sûriyê, lê hîn jî tevgera DAIŞ’ê lê zêde ye.

Navenda Çavdêriyê da zanîn ku duh çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke çekdarên bi ser hikumeta Şamê ve ya li bejahiya Meyadîn a Dêra Zorê kir.

Li gorî çavkaniyê, ev êrîş li derdora navçeya Ibn Muweyn’i çêbû û tê de çekdarek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Back to top button