Li Xurmatûyê leşkerekî Iraqî hat kuştin

Li navçeya Xurmatûyê DAIŞê êrîşek anî ser artêşa Iraqî û di encamê de leşkerekî wê hat kuştin. 

Çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahedînê duh bi şev êrîşî leşkerên Iraqê kir.

Rêveberê polîsên Xurmatûyê Emîd Hisên Elî diyar kir ku êrîş li gundê Hilêwe qewimî û got:

“DAIŞ’ê ji sê aliyan ve êrîş kir û bi qasî nîv saetê pevçûnê dirêj kir.

Li gorî rêveberê polîsê, di encama êrîşê de leşkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Back to top button