Kogressa Amerîkî hêsankirina cezayan li ser Îranê lêkolîn dike

Kongressa Amerîkî mijara hêsankirin û rakirina cezayên ji ser Îranê lêkolîn dike.

Proje-qanûnek derbarê cezayên li ser Îranê li ser maseya Kongressa Amerîkî ye.

Eger qanûn ji aliyê Desthildariya Rêveber ve hat erêkirin, wê biryara dayîna rakirin an hêsankirina cezayan ji ser Îranê bikeve destê Kongressê.

Endamê Paybilind ê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê, Jim Risch tevlî qanûna hêsankirina cezayan bû.

Li gorî Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkî Jake Sullivan, Waşington wê li gorî parastina ewlehiya Îsraîlê tev bigere û rê nede ku çekên nuklerî li gel Îranê çêbibe.

Îran jî ji aliyê xwe ve ragihand, ew ê bi rêjeya ji sedî 60 vegere hilbirîna uraniumê.

Back to top button