LI ÇÎNÊ TEQÎN 44 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li Çînê teqîneke mezin rû da , Di encamê de 44 kesan jiyana xwe ji dest da.

Televîzyona Çînê ya Fermî ragihand ku duh teqînek li kargeheke kîmawî li herêma جيانغ سو Ciyangso pêk hat.

Li gorî agahiyan duh tenê 12 kesan jiyana xwe ji dest da, îro jî hejmar bilind bû û gihişt 44 kesan.

Her wiha 90 kes bi giranî birîndar bûn.

Hin çavkaniyan diyar kir ku xebatkarên agirkujê çend saetan man heta karîbûn agirê teqînê vemirînin û bi dehan kes jî rizgar kirin.

Heta niha sedema teqînê nehatiye diyarkirin.

Leave a Reply

Back to top button