Fransa: Îhtîmalek mezin Ukraniya û Tirkiyê tevlî YE’ê nebin

Wekîlê Wezareta Karên Derve ya Fransayê yê kar û barên YE`yê ragihand ku îhtîmaleke mezin heya ku Ukrayna û Tirkiyê tevlî YE`yê nebin.

Li gorî ragihandina Rûsî Wekîlê Fransayê yê kar û barên YE`yê diyar kir ku têkiliya Fransa û Ukraniya bi hev re baş in ji ber vê yekê em dikarin piştgiriya wê bikin bi taybet di rewşa niha ya bi Rusya re lê ev yek nayê wateya tevlêbûna Ukraynayê ji Yekitiya Eworpayê re.

Di heman çarçoveyê de Wekîlê Fransayê têkildarî tevlêbûna Tirkiyê ji YE`yê re, got: “Heta niha tu îhtîmal tune ye ku Tirkiyê tev li YE`yê bibe û bawariya ku dibêje divê YE firehtir bibe, şaş e. Ji ber ku divê em yekitiya xwe bi pêş bixin û xurt bikin.

Tê payîn ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron sibê bi hempîşeyê xwe yê Ukrayniye re bicive.

Back to top button