NY: Li Efrînê atrêşa niştimanî ya Sûrî destdirêjî li ser keçên temenbiçuk kir

NY’ê di raporeke xwe de sûcên çeteyên dewleta tirk a dagirker li Efrînê û herêmên di bin dagirkeriya wê de wek sûcên êşkence û tundiyên derexalaqî li dijî sivîlan pêk anîne bi nav kir.

Rapora NY’ê di 30’ê Adara derbasbûyî de hat weşandin û ragihandin ku di Sibata 2020’an, Li herîmên di bin dagirkiya dewleta tirk de 30 rewşên destdirêjiyê li dijî sivîlan belge kirina û hat xuyakirin ku çeteyên dewleta tirk dema girtina li ser malan tundî û destdirêjî jî bi kar tînin.

NY’ê eşker kir ku sala borî, li Efrînê çeteyan di girtîgehan de destdirêjî li ser keçên temenbiçûk pêk anîne her wiha ji ber rewşa jiyanî û ewlehiyê malbat keçên xwe yên temenê wan kêmî 10 salî ji bo zewacê amade dikin û dizewicînin.

Back to top button