Di teqîna li paytexta Iraq Bextayê de kesek mir û 12 jî birîndar bûn

Li paytexta Iraq Bexdayê teqînek pêkhat, kesekî jiyana xwe ji destda, 12 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya malpera Bexda Elyum, di saetên piştî nivro de li devera Hebîbiye ya dikeve rojhilatê Bexdayê teqînek pêkhat.

Li gorî zanyariyên destpêkê kesek jiyana xwe ji dest daye, 12 kes jî birîndar bûne.

Di saetên sibehê de li başûrê Bexdayê jî bombeyek bi karwanên hêzên hevpeyman de teqiya.

Li gorî zanyariyan, ziyanek mezin gihişt karwanê hêza hevpeymanê.

Back to top button