Talîbanê li dijî navenda leşkerî ya Efxanistanê êrîşek pêk anî, 10 kes mirin

Çekdarên Talîbanê li dijî navendeke leşkerên Efxanistanê yên li parêzgeha Zabul êrîş pêk anîn. Di encamê de 10 endamên hêzên parastinê hatin kuştin.

Rêveberiya Polîsan ragihand ku çekdarên Talîbanê li dijî navenda leşkerî ya li herêma Holan Tibat ya parêzgeha Zabulê êrîşek biçek û xwekuşiyê pêk anîn.

Di nava bera hêzên ewlekarî û çekdaran de şer derket.

Serokê Parêzgeha Zabulê jî dazanîn ku 10 endamên hêzên parastinê mirine.

Heta niha li ser mijatê Talîbanê ti daxuyaniyek ne daye.

Li welat di demeke ku danustandinên aştiyê navbera aliyan didomin de, şer û êrîş jî ranawestin.

Ji bo aştiya li Efxanistanê pêk were, tê payîn 24’ê Nîsanê li Stenbola Tirkiyê konferansek navbera aliyan de pêk were.

Li gorî Rêxistina Erka alîkariya bi Efxanistanê re ya NY (UNAMA), di nava 3 mehên despêka 2021’an de 573 sivîl hatine kuştin.

Back to top button