Biden têkildarî vekişîna leşkerên DYA ji Efxanistanê biyara dawî da

Yek ji mijarên herî zehmet ku serokê berê yê DYA Donald Trump bi stuyê serokê nû Joe Biden de hiştî, vekişîna ji Efxanistanê ye. Ev demeke ev yek di rojeva cihanê de bû.

Ka wê Amerîka soza xwe ya vekişînê pêk bîne yan na. Ji ber vê yekê çav li gotina dawî ango axaftina ku ji devê Biden derbikeve bû.

Biden jî derket û got: Vekişîna hêzên me wê ji 1’ê Gulanê despê bike û heta 11’ê Îlonê bi giştî leşkerê me yên li Efxanistanê vegerin malê.

Piştî mayîna li Efxanistanê bi 20 salan, vegera bo malê dest pê dike.

Ev axaftina ku weke gotineke dîrokî tê dîtin, ji aliyê Serokê DYA Joe Biden ve hate kirin.

Joe Biden ji bo dawî anîna şerê herî dirêj yê DYA li Odeya Peymanê ya Koşka Spî derket pêşberî çapemeniyê û axaftina dawî kir.

Biden dazanîn ku wan biryar girtiye, heta 11’ê Îlonê tevahî leşkerên Amerîka vegerînin welat.

Biden: Êdî dema vegera leşkerên DYA ji bo malê hatiye

Serokê DYA diyar kir ku wê vegera leşkerên welat ji Kabûlê 1’ê Gulanê dest pê bike.

Ez niha, serokê 4. yê leşkerên DYA yên li Efxanistanê me. 2 Komarparêz û 2 jî Demokrat. Ez ê vê berpirsyariyê cara 5. dewrî kesê nekim. Min biryar da ku dema dawî anîna şerê herî dirêj yê Amerîka hatiye. Êdî dema vegera leşkerên DYA ya ji bo mal hatiye.

Serokê berê yê DYA George W. Bush 7’ê Cotmeha 2001’an bi daxuyaniyekê çapemeniyê li dijî tevgera Talîban ya li Efxanistanê “Oparasyona Azadiya Bêdawî” ragihandibû.

Biden: Em ê bilez ji venekişin

Joe Biden anî ziman ku di dema vekişinê de wê lezê nekin.

Em ê bi lez venekişin. Em ê vê yekê bi awayekî zanistî û di nava ewlekariyê de pêk bînin. Vekişîn wê bi şêwazekî koordîne yê li gel hevalbendên me pêk were.

Biden careke din tevgera Talîban hişyar kir û got,

Divê talîban vê baş bizane.

Di dema vekişînê de ger êrîşek li dijî me pêk were, bi hemû derfetên di destê me de wê xwe û hevkarên xwe biparêzin.

Biden: Ne ji bo 20 salên derbasbûyî lê ji bo 20 salên bê têbikoşîn

Serokê DYA sedemê hebûna leşkerên Amerîka li Efxanistanê careke din bibîrxist.

Ji ber bûyereke metirsîdar ya beriya 20 salan em ketin Efxanistanê. Lê ev niha ji bo wê têrê nake ku 2021’an wê hîna li wir bin. Ne ji bo 20 salên derbasbûyî, lê ji bo 20 salên were divê em têkoşînê bikin.

Biden di dawiya daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de dazanîn ku beriya biryar were girtin, ew li gel serokê DYA yê wê demê, George W. Bush re axiviye.

Serokê DYA Joe Biden piştî daxuyaniyê berê xwe da ser goristaneke leşkerên DYA yên di şerê li Efxanistanê de mirîn.

Back to top button