El Debîbe ji bo têkliyên navbera Lîbya-Rûsya li Moskovayê ye

Serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemdî El-Debîbe jib o Moskovê da ku bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Mikhail Mishustin re têkiliyên her du welatan nîqaş bike.

Ebdulhemîd El-Debîbe di çarçovya serdanên xwe de îro gihaşt Moskovê û dê bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Mikhail Mishustin re hevdîtinê bike.

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokê hikumeta Rûsyayê ragihand ku dê serokên hikumetên Rûsya û Lîbyayê mijarên hevkariya bazirganî û aboriyê yên di navbera her du welatan de û rêbazên hevkariya di aliyê enerjî, veguhastin û çandiniyê de nîqaş bikin.

Pûtîn piştevaniya xwe ya ji bo hikumeta Debîbe re anî ziman

Di vê navberê de, Koşka Kremlînê ragihand ku Serokdewletê Rûsya Vladimir Pûtîn bi Debîbe re peywendiyek telefonî pêk anî.

Kremlînê diyar kir ku Pûtîn keyfxweşiya xwe ya ji bo hikumeta Lîbî aniye ziman.

Back to top button