Dendias piştî gefxwarin û tewambariyan li Enqerê ye

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanîstanê Nikos Dendias ji bo hevdîtina bi hempîşeyê xwe ê Tirk Mevlut Çavuşoglu re li Enqerê ye.

Di nava herdu welatên ku derbasî danustandinên di asta jor de bûyî, gelek mijarên sereke hene.

Piştî hevdîtina Dendias ya li gel Çavuşoglu wê li gel Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî bicive.

Tê payîn piştî serdanê Çavuşoglu û Dendias daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.

Rojeva serke ya wezîran, Giravên li Ege, Rojhilatê Derya Spî, rayeya deryayî û Lîbya ye.

Piştî ku dewleta Tirk 2020’an li Rohilatê Derya Spî dest bi lêgerîna gaza xwezayî kir û qala gravên Ege kir, Enqere û Atîna hatibûn pêşberî hev.

Li dijî Enqerê welatên YE helwest nîşan dabûn.

Bi navbeynkariya Almanya û NATO kêmekê atmosfera navbera aliyan kêm bûbû.

Piştî 5 sal ji aloziya navbera aliyan Çileya 2021’an di navbera Atîna û Enqerê de di asta jêr de danûstandinan despê kiribû.

Bi civînên Adarê ku li Atîna pêk hatin de Çavuşoglu, Dendias vexwendibû Enqerê.

Tê payîn piştî serdana Dendias, Çavuşoglu jî serdana Atîna bike.

Back to top button