TEV-DEM: PÎROZKIRINA SERKEFTINA LI DIJÎ DAIŞ’Ê MAFÊ GELÊN ROJAVA Û BAKURÊ SÛRÎ YE

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê  têkildarî serkeftina QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de daxuyanîk da.
Di diaxuyaniyê de wiha hat gotin:
Bîrdoziya Netewa Demokratîk DAIŞ têk bir.
Di şerê dijî DAIŞ û hevkarên wê de, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bedelên mezin dan û bi serketin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê derbarê serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li dijî DAIŞ’ê daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de wiha got;

Dijminê mirovahiyê DAIŞ ev bi salan e bûye belaya serê gelên Sûriye, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê, li Sûriyê ku herî zêde li vê derê bi hêz bû, ji aliyê gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Çeçen ve hatiye têkbirin.

Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de 8 hezar û 500 Kurd, ji wan 2 hezar zêdetir Ereb, bi sedan Suryan û enternasyonalîstên ku ji çar aliyên cîhanê hatine, şehîd bûn.

Em şehîdên xwe yên ku di têkbirina DAIŞ’ê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî dike:

Di têkbirina DAIŞ’ê de, gelên Rojava û Bakurê Sûrî bedela herî mezin da, ji ber vê yekê, pîrozkirina serkeftina li dijî DAIŞ’ê, herî zêde jî mafê wan e.

Serkeftina ku li dijî DAIŞ’ê hatiye bidestxistin, divê li her devera cîhanê were pîrozkirin.

Leave a Reply

Back to top button