Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê serkeftina QSD’ê a li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir û got;
Di şerê dijî DAIŞ û hevkarên wê de, bedelên mezin hatin dayîn û em bi ser ketin.
Em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serketinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê li ser serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî DAIŞ’ê daxuayniyeke nivîskî weşand.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
DAIŞ’ê, wekî hêzeke reş û tarî ji Iraqê heta başûrê Kurdistanê, ji wê derê heta navenda Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê, di navçeyeke fireh de teroreke bê tixûb da dest pê kirin.
Li dijî vê hovîtiya DAIŞ’ê ji başûrê Kurdistanê heta rojavayê Kurdistanê tifaqeke neteweyî û niştimanî jî pêk hat.
Ji hêzên gerîlla heta pêşmergeyan, di xeta parastina Kurdistanê de eniyeke berxwedanê pêk hat.
Bi taybetî di parastina Şingal, Mexmûr, Kerkuk û Kobaniyê de, hêzên Kurdistanê mil bi milê hev têkoşîneke nîşandan.
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi rizgarkirina Şingal, Minbîç, Mûsil û paşê jî bi standina Reqqayê (paytexta xîlfetê) dawiya DAÎŞ’ê hate anîn.
Lê belê, nuqteya dawiyê di van rojan da bi hemleya Hêzên Sûriyeya Demokratîk- QSD li Baxoza Dêrezorê hate danîn.
KNK’ê balkişand li ser şehîdên ku li bakur û rojhilatê sûriyê ji bo têkbirina DAIŞ’ê şehîd bûne û got:
Ji seranserê Kurdistanê, ji pêkhateyên Rojava û bakurê Suriyê, bi hezaran keç û xortên me jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Ev serketin bi ked û fedakariya wan şehîdan pêk hatiye.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir;
EM vê serkefrtinê li hemû hêzên parastinê, YPG, YPJ, HPG, YBŞ, Pêşmerge û hêza leşkerî ya koalisyona navdewletî pîroz dikin.
Em bang li gelên Kurdistanê û hemî dostan dikin ku vê serketinê, bi dilekî germ û bi coş pîroz bikin.