Dronek Tirkiyê mala ku Rêber Apo lê dima bombebaran kir

Êrîşî goristanan, kavil û keviran dikin, niha li Kobanê jî, bi balafireke bêmirov, dewleta Tirk a dagirker mala ku bere Rêber Abdullah Ocalan lê dima bombebaran kir.

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker, îro nezî saet 3’yan, mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpero ku 5 km dûrî bajarê Kobanê ye, bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me dane, di encama êrîşê de ziyanên madî çêbûne.

1979’an dema Rêber Abdullah Ocalan ji Bakur daket Rojavayê Kurdistanê, yekemcar li wê malê bi cih bû.


Artêşa dagirker gundên Efrînê topbaran kirin

Piştî vê êrîşê, heman dagirkerî û çeteyên wî gundên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî da ber topan.

Li gorî agahiyan,di seatên vê sibehê, artêşa dagirker, gundê Merenaz û Malîkiyê yên navçeya Şerayê, bi tank û ubîsan topbaran kirin.

Back to top button