Nîkos Dendîs: Eger Tirkiye zêdegaviyên xwe bidomîne dê were cezakirin

Yûnanistan Tirkiye rexne kir ku di mijara Deryaya Spî û Egeyê de û dîsa mijara koçberan a bi YE re, li gorî peymanan tev nagere.

Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nîkos Dendîas serdana Tirkiye kir û ji wir axivî û got:

“Eger Tirkiye di binpêkirina serweriya Yûnanistanê de bi israr ma, biryarên ku di civîna rêveberên YE de ji bo cezakirina Tirkiyê hatine standin, wê bikevin meryetê.”

Dendîas bi bîr xist ku ev arandinên Tirkiyê ne cara yekê ye.

Li ser van rexneyan jî, hempîşeyê wî yê Tirk Çawîşoglû idia kir ku wan ti carî mijara koçberan li hemberî YE û Yûnanistanê bi kar neaniye û polîtîkaya wan di cih de bû.

Çawîşoglû Yûnanistan bi cihêkariya Misilmanên li welatê wan jî sûcdar kir.

Back to top button