Efrîn..çete 4 malên kurdekî hatin desteserkirin û firotin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên xwe 4 malên Kurdekî piştî ku desteser kirine, firotin.
NY jî bi raporekî sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî, weke sûcên êşkence li dijî sivîlan bi nav kir.

Têr nabin û her çavên wan li gepa gel û milkên wan e.. Em behsa dewleta Tirk û dûvikên wê dikin.

Malpera Afrin Post ragihand ku li navenda Efrînê, çeteyekî Tirkiyê piştî desteserkirina 4 malên şêniyên Kurd Hisên Mihemed, her yek bi 2500 dolarî firotin.

Ev mal jî ji bo malbatên çeteyan hatin dayîn.

Her wiha, li gundê Til Tewîl çeteyan 15 darên zeytûnan ji zeviyê Mirad Ehmed, birîn.

Ji ber paşguhkirina Tirkiyê nexweşî li Efrînê zêde bûne

Heman malperê ragihand, ji ber dewleta Tirk mijarên tenduristî û paqijkirinê paşguh dike; malbatên çeteyan gemara xwe diavêjin kolanan û gelek nexweşiyên mîna Egzîma û Zerikê di nav xelkên Efrînî de belav bûye.

Li gorî bijîşkan, di nava 3 mehan de, 150 rewşên Egzîmayê hatin tomarkirin.

NY: Li Efrînê çeteyên Tirkiyê destdirêjiyê li keçên temenbiçûk dikin

Li ser van sûcên ku roj li pey rojê tên tomarkirin, NY raporek weşand.

NY sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî, weke sûcên êşkence û tundiyên derexalaqî li dijî sivîlan bi nav kir.

Rapora NY’ê di 30’ê Adara derbasbûyî de hat weşandin û ragihand ku di Sibata 2020’an, li herîmên di bin dagirkiya dewleta Tirk de, 30 rewşên destdirêjiyê li dijî sivîlan belge kirine.

Li gorî raporê, çeteyên dewleta Tirk dema bi ser malan de digirin, tundî û destdirêjiyê bi kar tînin.

NY eşker kir ku sala borî, li Efrînê çeteyan di girtîgehan de destdirêjî li keçên biçûk kirine, her wiha keçên ku temenê wan kêmî 10 salî ne bi darê zorê dizewicînin..

Back to top button