LI MÛSILÊ BELEMEK NOQÎ AVÊ BÛ HERÎ KÊM 100 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li Musilê doh ji bo pîrozbahiyên newrozê şahî hatin lidarxistin.
Di vê çarçovê de dema ku keştiyek di xwest derbasî aliyê din ê çemê Dicle bibe noqê avê bû.
Di encamê de heya niha 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hîn jî bi dehan kes winda ne.

Piştî bûyerê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çû Musilê û ji nêz ve bûyer şopand.

Adil Ebdulmehdî li ser bûyerê fermana lêkolînê da û 3 roj şîn li Îraqê îlan kir.

Îro jî serokkomarê Iraqê Berhem Salih û waliyê Musilê Nufil Akub serdana birîndaran kirin û çûn cihê bûyerê.

Lê Serokkomar Berhem Salih rastî nerazîbûna xelkê Musil û bi taybet malbatên qurbaniyan hat.

Li gorî agahiyan Berhem Salih bi zorê ji herêmê hate durxistin.

Di dema êrîş kirina ser Berhem Salih de sloganên ‘Na ji bo gendelî’ hatin gotin.

Li aliyekî din malbatên birîndaran jî dema waliyê Musilê Nufil Akub nêzî biîndaran bûn bertek nîşan dan.

Malbatên qurbanî û birîndaran erebeyên Akub dan ber keviran.

 

 

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button