NY projeqanûna derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê dixe dengdanê

Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî projeqanûna derxistina hemû çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê, dixe dengdanê.

Konseya Ewlekariyê pişît xistina projeqanûnê bo dengdanê, dê grupeke biçûk ji NY bo çavdêriya peymana agirbestê, bişîne Lîbyayê.

Li ser vê yekê, projeqanûna ku Brîtanyayê amade kiribû, pêşniyarên sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres ên der barê çavdêriya agirbestê de, erê kirin.

Guterres ji bo mekanîzmeya çavdêriya agirbestê, pêşniyar kiribû ku 60 çavdêr weke destpêk li çend bajarên Lîbyayê bên belavkirin.

Back to top button