Li wargeheke Enbarê jinek û 3 zarok jiyana xwe ji dest da

Li Enbarê, agir bi wargeheke penaberan ket, jinek û 3 zarok jiyana xwe ji dest da.

Duh bi şev li wargeheke penaberan a parêzgeha Enbarê ya Iraqê, şewatek mezin çêbû.

Li gorî rêveberiya parêzgehê, agir ji ber sobeyek neftê pêk hatiye û di encamê de, jinek û 3 zarokên penaber jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 2 zarok jî, ji şewatê hatin rizgarkirin û 6 konên penaberan bi temamî hatin şewitandin.

Jixwe, ji bilî Başûrê Kurdistanê, beşekî kêm ên penaberan di nava wargehên penaberan de mane. Ew jî ji ber metirsiya DAIŞ’ê, hîna venegeriyane warên xwe.

Back to top button