TRUMP: WEXT HATIYE COLAN, SERWERIYA ISRAÎLÊ BÊ NASKIRIN

Serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand ku Emerîka bi temamî serweriya Israîlê li ser girên Colanê nas dike.
Rejîma Sûrî, Îran û Rûsyayê jî li dijî biryarê derketin.
Lê yên qala serweriya Sûriyê dikin, dagirkeriya dewleta Tirk ji bîr kirine.

Serokê Emerîkayê Donald Trump diyar kir ku Emerîka serweriya Israîlê li ser girên Colanê nas dike.

Donald Trump duh twîtek avêt û wiha got:

Piştî 52 salan, wext hatiye ku Emerîka bi temamî serweriya Israîlê ya li ser girên Colanê nas bike.

Trump girên Colanê weke heêmeke stratejîk ji bo ewlekariya Israîlê û aramiya herêmê bi nav kir.

Di şerê 1967’an de rejîma Sûrî girê Colanê ya dikeve başûrê Sûrî ji dest da û ji wê çaxê ve beşek jê di bin serweriya Israîlê de ye.

Niha nêzî 20 hezar niştecihên cihû li girê Colanê bi cih bûne.

NETANYAHÛ: SPAS EMERÎKA

Piştî biryara Trump, serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahû ku ketiye nava pêşbirkeke hilbijartinê ya zehmet, kêfxweşiya xwe anî ziman.

Netanyahû bi twîtekê spasiya Trump kir û got:

Biryara Trump dîrokî ye.

GRAHAM: TRUMP BIRYAREKE STRATEJÎK DA

Senatorê Komarparêz Lindsey Graham jî biryara Trump weke biryareke stratejîk dît.

REJÎMA SÛRÎ: EV BIRYAR BINPÊKIRINA REWABÛNA NAVDEWLETÎ YE

Rejîma Sûrî ku qaşo xwe weke nûnerê parastina serweriya Sûriyê dibîne, biryara Trump weke binpêkirina rewabûna navdewletî bi nav kir.

Îrana ku bi Îdeolojiya dînî a şîatiyê ketiye nava dewleta Sûrî û mejiyê wê dagir kiriye, biryara Emerîkayê red kir û got;

Ev biryar ne qanûnî

Êdî tişt nemaye û Erdogan weke karta bazarê ji bo hilbijartinan bi kar tîne.

Serokê AKP’ê Edogan ku ji sedî 15 xaka Sûriyê dagir kiriye û qirkirina çandî dimeşîne, qala serweriya Sûriyê dike..

Erdoganê ku li Emerîkayê perwerdeya xwe dît, li dijî biryara Trump derket.

Rûsyayê jî biryara Trump weke binpêkirina qanûna navdewletî dît.

Daxuyaniya herî balkêş jî a rejîma Sûriyê, ku xwe li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ya li Efrînê li bêdengiyê ragirtiye û gefan li bakur û rojhilatê Sûrî dixwe, îro jî derbarê serweriya welêt diaxive.

Ev rejîma Baasî ku îdeolojiya xwe li Erebparêziya Îslamî ava kiriye û bi şêweyekî xizmeta Israîlê dike, behsa serweriya nizam çi dike.

Çavdêr vê dibêjin:

Hemû Netewe-dewletên heyî, ji bo Israîlê hatin avakirin û hemû jî parçeyek ji vê sîstemê ne.

Leave a Reply

Back to top button