Qumriye Mistefa 40 sal in hosteya tevnê ye

Qumriye Mistefa 40 sal in, tevnan çêdike û êdî bûye hosta. Tevî zehmetiyên vî karî ew naxwaze çanda wê winda bibe.. Lewra Qumriye hêvî ji her kesî dike xwedî li çanda tevnê derkevin.

Qumriye Mistefa a 55 salî ji gundê Girzîro yê bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Qumriye ev 40 sal in tevnê çêdikin.

Qumriye bi eslê xwe koçer e.Jiyana koçeran jî tijî ked e û wekî din ew xwedî nirxekî pîroz in di aliyê parastina çandê de.

Qumriye anî ziman ku ew di temenekî biçûk ji dayîka xwe tevnê fêrdibe û heta roja îro vê xebatê didomînin.

Tevî zehmetiyan, Qumriye çanda xwe diparêze

Qumriye diyar kir ku tevî zehmetiyên vî karî, lê ew naxwazin dûrî vê çandê bikevin, ji ber ku çand kombûn û hevpariya ruhê jinan tîne ber hev.

Qumriye da zanîn ku ew beşdarî çend pêşangehên folklorî bûne û berhemên hunera tevnên xwe tê de pêşkêş kirine.

Qumriye Mistefa di dawiyê de hêvî kir ku bila hemû jin û ciwan vê çanda pîroz biparêzin.

Back to top button