Ji aktivîsta Îranî Nasîbe Şemsaî agahî nayê girtin

Kesên nasnameya wan nediyar bi ser mala aktivîsta İranî Nasîbe Şemsaî ya ku li navçeya Kadîkoyê dima de girtin û ji wê demê ve agahî jê nayê girtin.

2017’an jinên Îranê li hemberî sergirtin û tundiya ser jinan bi navê “Çalakîyên Çarşema Spî” rêzeçalakî dabûn destpêkirin.

Jinên di wan çalakiyan de cîh girtin hatin darezandin û doz li wan hatin vekirin.

Aktivîst û parêzvana mafê jinan Nasîbe Şemsaî jî ji ber ku tevlî çalakîyan bûbû 12 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn.

Nasîbe ji ber cezayê lê hatî birîn neçarma ji welatê xwe derket û berê xwe da Tirkiyê.

Dema tê Tirkiyê li Balafirgeha Stanbolê tê binçavkirin û şandin Navenda Paşvegerandina Edirneyê û li wê bicîhkirin.

Parêzerê Şemsaî Kûrtûlûş Baştimar, derbarê rewşa Nasîbe de got:

“Nasîbe li Kadikoya Stenbolê dijî. Ji ber parvekirinên wê yên medya civakî, 4 kesên nasnameyên wan ne diyar êrişî mala wê kiribûn.

Piştî êrişê agahî ji Nasîbe nayê girtin.”

Back to top button