Ukrayna: Li dijî her rewşekê artêşa me amade ye

Rêveberiya Ukrayna bi biryare serê xwe li hemberî Rûsya netewîne. Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy ragihand ku Hêzên Artêşa Ukrayna yên li herêma Donbasê li dijî her rewşekê amade ne û got:

Artêşa me amade ye. Her wiha bi mijara aloziya li herêma Donbasê, Fransa, Almanya û Ukrayna wê bicivin.

Bi veguhestina hêzê ji aliyê Rûsya ku li sînorê Ukrayna dayî despêkirin re, Kîev ketiye tevgerê.

Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy gav li sînor bi leşkeran re ye, gav lî welatên cîran di nava hewildanên têkliyên dîplomasiyê de ye.

Herî dawî Vladimir Zelenskiy Konseya Parastin û Ewlekariya Netewî ya Ukrayna kom kir.

Piştî civînê Zelenskiy balkişand li ser stratejiya herêma Donbasê û wiha got:

Di civînê de li ser 7 madeyan em axivîn.

Mijara herî veşartî jî Donbas bû.

Di vê beşê de kontrol tê bidestxistin.

Ger pirsgirêk hebe em amadene bersiva wê bidin.

Artêşa me amade ye.

Zelenskiy: gundarî daxuyaniyên fermî bikin

Zelenskiy îşaret bi wê yekê kir ku Moskova gelek agahiyên şaş belav dike û ev tişt anî ziman:

Ez ji welatiyan dixwazim têkildarî rewşa Donbasê guhê xwe bidin daxuyaniyên fermî.

Daxuyaniyên Serokdewlet û Hêzên Çekdarî ji xwere esas bigrin.

Macron, Merkel û Zelenskiy wê bi mijara Rûsya bicivin

Di vê navberê de Koşka Elysee ya Serokomariya Fransa bi daxuyaniyeke nivskî ragihand ku wê têkidarî rewşa li Donbasê Serokomarê welat Emannuel Macron, Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy hevdîtinekê pêk bînin.

Zelenskiy li Parîsê ji aliyê Macron ve hate pêşwazîkirin.

Têpayîn piştre tevî Merkel civînek ya video konferans pêk were.

Krîza navebra Kîev û Moskova ji 2014’an ve didome

Krîza navbera Kîev û Moskova ji 2014’an ve didome.

Li dijî Serokê wê demê yê Ukrayna Viktor Yanukoviç 2014’an xwepêşandan li seranserî welat pêk hat û ev yek weke şoreş hate ragihandin.

Viktor Yanukoviç şevekê bi helîkoptereke taybet ji paytexta Ukrayna Kîevê berê xwe da Rûsya.

Rûsyay ya ku ji vê rewşê sod girt, Kirim û Herêma Rojhilatê Ukrayna Donbas (Lugansk, Donetsk) xist bin kontrola xwe.

Ukrayna ku gelek windahiyên sivîl û leşkerî da, ev 7 sale careke din dixwaze xaka welat vegerîne.

Back to top button