Artêşa Tirk herêma Dînartê ya Dihokê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk bojarokê Dînarte yê parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Li gor ajansa Rojnews’ê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bojarokê Dînarte yê ser bi parêzgeha Dihokê nêzî cihê nîştecihbûna sivîlan bombebaran kir.

Êrîş di roja Jîngeha Kurdistanê de pêkhat.

Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.

Her wiha beriya du rojan jî li nêzî Balafirgeha Navnteweyî ya Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê êrîşek bi riya dronekê pêk hat.

Lê paşê Wezareta Hundirîn a Başûrê Kurdistanê ragihand ku tu ziyanên canî pêknehatine.

Back to top button